12:14:12
Rojava News: Amerîka derbarê dest li serdagirtina bajarek Sûriyê ji aliyê Eniya El-Nusra de ku baskek rêxistina terorîst a El-Qaîdê ye hişyariyek da.
Li gor nûçeye ajansên cîhanî, berpirsê payebilind ê wezareta derve ya Amerîkayê bo karûbarê Sûriyê Michael Ratney ragehand, belav bûna çekdarên Eniya El-Nusra ku rêxistinê xwe hilweşandibû û rêxistinek bi navê desteya rizgarkirina Şam ava kiribûn, ‘’Pêşeroja bakûrê Sûriyê dixe metirsiyek mezin.’’
Michael Ratney hişyarî da û ragehand, eger Eniya El-Nusra desthilatiya xwe li bajarê Idlîbê ava bike, dê yek ji karesatên herî mezin li sere wî bajarî de pêkbê.