Rojava News: Şeva borî balafirên şer ên hevpeymanên ew otombêlên ku terorîstên DAIŞ ji bo kolandina xendeqan li başûrê bajarê Musilê bikartînan bombarduman kirin.
Jêderekê ji istixbarata artêşa Êraqê ragihand: Eve zêdetir ji 20 rojane terorîstên DAIŞ li başûr û başûrê rojhilata bajarê Musilê xendeqan dikolin û bi dehan otombêlên cura şofil û hefare û otombêlên barhilgir li wan cihan komkiribûn.
Jêderê got: Şeva borî balafirên şer ên hevpeymanan ew otombêl bombarduman kirine û 4 otombêl tevî ajokerên wê şewitandine û ziyanen mezin ên canî gîhandiye terorîstan.
Wê jêderê ew jî aşkira kir ku DAIŞ xwe ji bo êrişên hêzên artêşa Êraqê û pêşmerge amade dike ku biryare ji bo kontrolkirina bajarê Musilê bi piştevaniya hêzên hevpeymanan were encam danê.