14:01:30
Rojava News: Artêşa Amerîkayê ji bo operasyonên li hemberî rêxistina terorîst a El Qaîdeyê hêzeke taybet dişîne Yemenê.
Li gorî daxuyaniya berdevkê Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) Jeff Davis, artêşa Amerîkayê hêzeke taybet dişîne Yemenê û armanca vê hêzê jî wêrankirina rêxistina terorîst a El Qaîdeyê ye.
Wek tê zanîn bi sedan terorîstên El-Qaîde li parêzgeha Şebuwe ya başûrê Yemenê di tevgerê de ne, çalakiyan dikin û Îmarata Erebî jî ji bo têkbirina milîtanên El-Qaîdê yekîneyek rêkirine wê parêzgeha Yemenê.
Berdevkê Pentagonê Jeff Davis di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku ji destpêka meha Adarê ya 2017an û heta niha, balefirên şer ên Amerîkayê 80 êrişên hewayî li hemberî vê gruba terorîst a li Yemenê li dar xistiye.