Rojava News: Penaberên Sûriyî yên ku ji ber şer û pevçûna ji welatê xwe reviyan, hatin li Edeneyê bi derfetên xwe ji xwe re cih çêkirin niha ji ber baran û heriyê gelek zor û zehmetiyan dikişînin.
Penaberên ji Kobanêya navçeya Heleba Sûriyeyê hatin li ser erdên vala yên ku li Kozaya taxa Yuregîra navçeya Edeneyê bi derfetên xwe kon vekirin. Ev hefteyeke ku li Edeneyê baran dibare û cihê penaberên ji Kobanêyê lê dimînin di nav heriyê de ye. Ji cil û bergên wan bigirin heta cih û nivînên wan di heriyê de man.
Penaberên ku li vir dijîn benda alîkariyê ne. Cûma Dîboyê ku nêzî 3 sal berê tevlî 30 eqrebayên xwe ji Heleba Sûriyeyê hat û li Edeneyê bi cih bû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di halekî perîşan de ne û wiha pê de çû: "Li vê derê tu tiştekî me tuneye. Hewa sare û baran heye. Halê ku niha em tê de ne ne hal e. Hêviya me ji Tirkiyeyê ewe ku bila cihekî ku em bikaribin lê bimînin ji me re peyda bikin. Heke tiştek wisa bibe ev ji bo zarûkên me wê pir baş be. Em bi dilê xwe nehatin vê derê lewra war û malê me talan bû ji ber wê em hatin. Niha li wê derê jî tu tiştekî me nema."
Alî Sûrî yê ku 20 roj berê ji Sûriyeyê hat Edeneyê jî destnîşan kir ku her tiştê wan ên ku di konan de bûn ji ber baranê şil û pil bûn û wiha dewam kir: "Baran barî û her tiştê me di bin avê de ma. Min jin û zarokên xwe şand ba xizmekî xwe. Cih û nivîn hemû şil bûn."
Halîme Orûdê jî ragihand ku ji ber tiştekî xwe pê germ bikin tuneye zarokên wê nexweş ketine û peydakirina av û xwarinê jî ji bo wan pir zehmet e.