12:36:53
Rojava News: Qaçaxvanan li qeraxên Yemenê ji ber tirsa berpirsan 120 penaber avêtin deryayê, ji 120an 51 penaber di avê de xeniqîn.
Rêxistina Koçberî ya Navneteweyî (IOM) di daxuyaniya xwe de ragihandin ku qaçaxvanan li qeraxên Yemenê ji ber tirsa rayedarên dewletê 120 penaber avêtên deryayê.
Li gorî daxuyaniya berpirsên Rêxistina Koçberî ya Navneteweyî (IOM) ji 120 kesan cesede 29 penaberan hate tespîtkirin û 22 kes jî windayî ne. Kesên ku jiyana xwe ji dest dane piraniya wan ciwan in.
Penaberên ku ji karesatê rizgar bûn di daxuyaniya xwe de ragihandin ku qaçaxvan ji bo veguhestina penaberên nû vegeriyan Somaliyê.