13:06:32
Rojava News: Di êrişa bombeyî ya li dijî wesayîta leşkerî li eyaketa Belucîstan ku dikeve başûrêrojavayê Pakistanê de 15 kes jiyana xwe ji dest dan, 25 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya Artêşa Pakistanê, di êrişa bombeyî ku wesayîta leşkerî hedef hat girtin ya li Ketta paytexta eyalete de 8 ji wan leşker 15 kes jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin k udi encama êrişî de 10 ji wan leşker 25 kes jî birîndar bûne.
Serfermandarê Artêşa Pakistanê General Kamer Cavîd Becva diyar kir ku êriş Roja Serxwebûnê ya 14ê Tebaxê hedef hatiye girtin, "Ti zehmetî Artêşa Pakistanê têk nabe."
Hate niha li ser bûyerê ti kes berpirsyariya xwe ne ragihandiye.