Rojava News: Dezgeha Haynirîş Bul ya Almanî xelata Ana Kilayin ya sala 2015`an dê diyarî Nebahat Ak Koç ya ji bajarê Amed`ê bike, jiber karên wê ya resen derbarê Mafê Mirov û Mafên Jinan li Kurdistan û Turkiye.
Nebahat Ak Koç zêdetirî 15 caran ji aliyê hêzên ewlekariya Turkiyê ve hatiye desteserkirin û êşkencekirin û mêrê wê jî di serdema Kudeteya Serbazî ya sala 1980`an li Turkiye di kiryareke ne diyar de hatiye kuştin, lê tevî wê yekê Koç jûrek ji mala xwe bo karûbarên Mafê Mirov û Jinan terxan kir û piştre jî projeya xwe berfirehtir kir û pêş xist ku di encam de (Rêxistina Mafên Jinên Turk – Kurd) ava kir û 23 şaxên wê rêxistinê li deverên cûr bi cûr yên Turkiye û Kurdistan`ê vekir.
Nebahat Ak Koç piştî ku, dozek yasayî li dijî refatrên serbazên Turk yên li hemberî wê di dema ku di zîndanê de bû û derbarê mijara kuştina mêrê xwe li Dadgeha Mafê Mirov ya Ewrûpa li bajarê Stasburg`ê vekir di encam de bi serket.
Hêjayî gotinê ye ku, roja (Înê . 06.03.2015`an) demjimêr 7 êvarê li bargeha Haynirîş Bul ya li bajarê berlîn paytexta Almanya xelat bi Nebahat Ak Koç dê bê dayîn.