Print this page

Almanya: Siyaseta me ya li hember Tirkiyê bandora xwe nîşan dide

22:09:45

 

Rojava News: Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel ragihand, helwesta tund a welatê wî ya li dijî Tirkiyê, encamên xwe yên destpêkê nîşan daye û got: “Fişara aboriyê bandora xwe nîşan da.”

Sigmar Gabriel bersiv da pirsên rojnameya Kolner Stadt-Anzeiger û diyar kir, ku fişara aboriyê ya bi ser Tirkiyê de bandora xwe nîşan dide.

Li ser girtin çalakvanê mafên mirovan Peter Steudtner û welatiyên din ên Almanyayê, Wezareta Derve ya Almanyayê di 20ê Tîrmehê de hişyariya xwe ya li ser geştiyariya Tirkiyê tund kiribû û herwiha li ser veberhênana li Tirkiyê hişyarî dabû şîrketên Almanyayê.

Gabriel bal kişande ser wê yekê, ku Tirkiye bi îdiaya “piştgirî didin terorê” 680 şîrketên Almanyayê xistibûn nav lîsteyekê û piştî hişyariyên Almanyayê, Tirkiye ew lîste paşve kişand û Serokomarê Tirkiyê Erdogan ragihand ku “şîrketên Almanyayê bi şaşî xistine nav lîsteyê.”

Herwiha Sigmar Gabriel aşkere kir, ku hişyariyên geştiyariyê arîşe derxistine holê û got:

“Hişyariyan pêşî xebatkarên hotêl û xwaringehên ku piranî geştiyarên Almanyayê diçin wan deran, mexdûr kirin. Tevî vê yekê divê em welatiyên xwe biparêzin. Em rê nadin Serokomarê Tirkiyê Erdogan, welatiyên Almanyayê zindanî bike.”