Print this page
Kişandina regeznameya Kurdekî Sûrî  Elmanî ji ber Hevjînbûna wî bi 2 jinan li dadgehên Elmaniyayê dengveda

Kişandina regeznameya Kurdekî Sûrî Elmanî ji ber Hevjînbûna wî bi 2 jinan li dadgehên Elmaniyayê dengveda

5:57:47 PM

RojavaNews: Dadgeha bilind ya rêveberiya Welayeta Badin Fortimborg,li bakurê Elmaniya biryara nekişandina regeznameya Elmanî ji Sûriyekî ku hevjînî jineke din buye li derveyî Elmaniya da ,ji rexekî din ve dadgeha rêveberiya bilind ya Manhaymê got :”çi kesê ku hevjînî jineke din li derveyî Elmaniya bûbê , dibê ku Welatiyekî pak û baş be

Rojnameya ŞitotgartirTisaytong di roja yekşema buhirtî de li gor wergirandina malpera berevajî cadeeyê  "Eks El-Seyr” got ku:"li gor biryara dadgeha herî bilind di welayetê de , biryara dadgeha rêveberî li "Karilsirwe" tê sitandin, ya ku biryara jêsitandina regeznameya Elmanî ji welatiyekî ku li Sûriyê jidayîk buye,piştî zanînbûna wê bi hevjînbûna wî bi jineke dil li welatê wî yê Kevin zehmeta bikar were.

Vî kurdê Sûriyê ku 36 saliye sala 1999 derbasî Elmaniya buye, Endizyariya sivîlî xwend, karê xwe  sala 2008an di wî warî de kir,hevjînî welatiyeke Elmanî buye di heman sale de,daxwaziya wergirtina regeznama Elmanî kir,di ezmûna regezkirnê de pileya 33ê ji 33an wergirt,û di çêriya pêşin sala 2010an   de bawernameya regezkirinê wergirt.

Her weha 3ê zarokên wî ji jina Elmanî di salaên 2010,2013,2015an de çêbune,û wî eşkerekiriye ku bavê zarokekî ye  li Şamê di sala 2012an de ji dayîk buye,

Û Biryara jêkişandina regeznamê li bajarê Karilsirwe hate sitandin ,jiber ku hevjînbûna wî li Sûriyê di sala 2008an bû, bi wateya piştî 7 hefteyan ji hevjînbûna wî ya yekemîn,

Û li gor tawanbarê ,vî kesî rastiya xwe kêm daye.

Pirs niha maye vekirî li dadgeha rêveberiya bilind ku pêşşkirina wî li ser regeznameyê ne bi awakî rast bû,tevî ku di bilgeya daxwaziyê de pirsa hebûna  hevjînên din nehatiye kirin ,lewra dadvanên dadgeha seretayî di baweriya wan de,anîna ziman bi  hebûna jina din tiştekî giring bû.

Di nerîna bajarê "Karilsirwe”de hevjînbûna zêdetirî jinekê binpîkirineke ji rumeta mirovatiyê re ku garentîkirna wê di mijara 1ê di destûra yekgirtî de heye.

Dadgehê di nerîna xwe li ser vî kesî de daxytanî,ku keçama xwe anî bû ,ji ber ku pêwendiyeke evînnî navbera wan de hebû ji 2006 an ve, û hevjînbûna wî jê li Sûriyê    

, ji ber astengiyên civakî bû,û di ola wî ya mislmanî de hevjînbûn ji zêdetirî jinekê rewaye.

Niha jina wî ya didiwan li Karilsirwa dijî ,piştî ku navbera Istenbul,Ebû debî û Siwêdê çûbû û hatibû ,û jina wî ya pêşin jî bi peywendiya wan zanîbû,û tu jin û mêratî navbera wî û jina diwemînde  wek ku pêwîste nemabû.

bajarê Karilsirwe ev pirisgirêk lêveger jêre  xwest ,   Ji aliyê xwe ve dadgeha yekgirtî ya bilind qebûl kir ku lêvegerê div ê biryara dadgehkirinê de were kirin.

Berdevka bajarê Karilsirwe got”Em dibînin ku daxuyankirina vê pirsgirêkê pir giringe ji cemawer re ,jibo yekkirina dadgehkirina  biryaran.

.Elî Umer.