Rojava News: Guftûgoyên ‘Paketa Ewlekariya Hûndir’ yên li parlamentoya Tirkiyê berdewam dikin, ji HDP û CHP’ê 5 parlamenter birîndar bûn.
Duh guftûgoyên li ser ‘Yasaya Ewlekariya Hûndir’ li parlamentoya Tirkiyê destpê kirin û civîn girtî destpê kir. Di navbera parlamenterên AKP û mûxalefetê de şer derket. Di şer de parlamenterê HDP’ê Ertugrul Kurkçu, parlamenterê CHP’ê Mûsa Çam, Aykut Erdogdu, Refîk Eryilmaz û Mehmût Tanal birindar bûn.
Parlamenterê CHP’ê Mûsa Çam û Refîk Eryilmaz ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin. Tê gotin rewşa tendirûstiya wan baş e.
Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu diyar kir ku dema wî xwest pêşî li kulma (boksa) li hemberî Sabahat Tuncel bigre, ji serê xwe birindar bûye. Kurkçu wiha got: “Dema min xwest pêşî li kulma li hemberî Sebahat Tuncel bigirim, ez ji serê xwe birîndar bûm. Bi zingil êrîş kirin û bi kursiyên hêsin li me xistin.”
Sebahat Tuncel diyar kir ku êrişa li dijî parlamenterên jin nayê pejirandin û wiha got: “Şer ji aliyê wekîlê serokê koma AKP’ê Mustefa Elîtaş ve hat destpê kirin. Gelek hevalên me hewldan ku me biparêzin. Hinek ji bo êrişê û hinek ji bo parastinê ketin navberê.”