Print this page

NY dibê ku lîsteya kiryarên sucê şer ê li Sûriyeyê aşkere bike

Rojava News: Di lêpirsîna têkildarê Sûriye ya ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve tê meşandin de hate xwestin ku yên ku sucên şer kirine derbixin pêşberê edaletê.

 

NY’yê lêpirsîna têkildarê Sûriyeyê îlona 2011 dabû destpêkirin. Komîsyona NY’yê ya ku lêpirsînê dimeşîne ji çar kesan pêk tê û Paolo Pinheiro serokatiya wê dike.

 

Lêpirsînkar wê meha adarê li hev kom bibin û dan diyarkirin ku ew amade ne ku lîsteya sucdarên şer ên li Sûriyeyê di rapora nehemîn a ku wê beriya civîna Konseya Mafê Mirovan a NY’ê bê weşandin, aşkere bikin.

 

Ev sê sal in rapor tê amadekirin û her tim bi awayeke veşartî lêpirsîn tê meşandin.

 

Endamên komîsyonê ji Konseya Neteweyên Yekbûyî xwest ku sucdarên şerê li Sûriyeyê derbixin pêşberê dadgehên navneteweyî.