11:45:24 AM
RojavaNews: Komîta vekolînê ya Netewên Yegritî ragehand, ku rêjeya derbederiyê li Sûriyê gelek bilind bûye, ku bûye bilintirîn rêje ji destpêka kirîza Sûriyê berya heft salan.
Komîta vekolînê ya Netewên Yegritî di raporteke xwe de diyar kir, ku di şeş heyvên bûrî de bihtirî meliyonek kes di Sûriyê de derbeder bûne û agadarî da eger rewş li Idilb xirab bibe wê hijmara derbederan gelek bilindtir bibe.
Serokê komîta vekolînê ya Netewên Yegritî Pawlo Bînîro got , pêwîste hemî alî bighên rêkeftinekê li Idilbê û diyar kir, nerêzgirtina her aliyekî ji berpirsyaretiya xwe derbarê sivîlan nayê qebûl kirin .
Bînîro serbar kir û got pêwîste hemî cîhan bizane ku divê rêjeya derbederiyê li Sûriyê û cîhanê bi giştî kêm bibe bi taybet , ku bêhtirî 6.5 melyonek kes li Sûriyê di bin metirsiya derbederiyê de ne .
Komîtê metirsiya xwe ji hijmara mezin ya derbederan yên ku neha li Idilbê dimînin nîşan da, ku jiyana wan hemiyan di metirsiyê de ye eger êrîş li ser Idilbê hat pêkanîn.
Komîta navbûrî daxwaz ji hemî aliyên Sûrî û civaka Navdewletî kir, giringiyê bidin babeta derbederên hindirê welat berya hemî tiştan .
Ji aliyê xwe ve komisyara Netewên Yegritî Karîn Ebo Zêd ragehand , ku bi deh hezar kes bi zorê ji bajar û bajarokên xwe hatin derxistin tevî wê yekê pêwîste pêdawîstên jiyanê ji wan re werin peydakirin ji aliyê aliyên ku danûstandinan li ser wan dikin lê hemî aliyan ev yek nekir