Print this page

Li Efganistanê ji ber aşûtê 128 kesan jiyana xwe ji dest dan

Rojava News: Li wilayeta Pencşîr a dikeve bakurêrojhilatê Afganîstanê, di encama rabûna aşûtê de li gor agahiyên yekem 128 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Waliyê Pencşîr Abdul Rahman Kabirî ji Assocıated Press re ragihand ku ji ber hemû rêyên navçeyên bajêr hatine girtin nikarin alîkarî bibin û diyar kir ku Afganî bi hemû leza xwe bi destan berfê dikolin û hewl didin ên di bin aşûtê de mane rizgar bikin.