Rojava News: Wezîrê derve yê Amerîka, hikûmeta Îranê bi alîkarîkirina Husîyên Yemenê, tometbar kir û Îranê jî gotinên Kêrî ret kirin.
Con Kêrî li kongrêsa welatê xwe, hikûmeta Îranê bi hilweşandina hikûmeta Yemenê û piştevanîkirina Husyên Şîe tometbar kir û dîyar kir; Îranê destêwerdan di karubarên wî welatî da kirîye û tometbarê serekî ya ketina hikûmeta Yemenê, Îrane.
Ji alîyê xwe ve, Merzîye Evxem, peyvdara wezareta derve ya Îranê, dîyar kir; gotinên Kêrî durin ji rastîyê û Amerîka bo xwe veşartin ji tawana wê bixwe kirî ye, van tometan arasteyî welatê wan dike.