Print this page

UNESCO:Divê şûnvarên Îraq û Sûriyê bên parastin

Rojava News: Seroka UNESCO yê Irina Georgieva Bokova di daxuyaniyeke nivîskî de balkişand  ser wêrankirina Mûzexaneya Mûsil`ê ji aliyê çekdarên terorîst yên DAIŞ’ê û got: Wêrankirina mûzexaneya Mûsilê ji bo hemû cîhanê tirajediyek çandiye, ev wêrankarî berovajiya hemû peymanên navdewletiye.

 

Seroka UNESCO yê Irina Georgieva Bokova di daxuyaniyeke nivîskî de balkişand  ser wêrankirina  jiber sedema têkdana mûzexaneya bajarê Mûsil`ê û firoştina berhemên wê yên dêrîn  DAIŞ bi tundî rexne kir û destnîşan kir ku divê berhemên arkolojî û kevnare yên Îraq û Sûriyê bêne parastin her weha derbarê vê mijarê Netewnên Yekbûyî jî civîneke lezgîn saz bike.

 

Daxuyaniya Seroka UNESCO  Irina Georgieva Bokova di demekê de ye ku roja 26’ê Sibatê di girteyek videoyî de hatibû belav kirin ku, çekdarên terorîst yên DAIŞ’ê mûzexaneya bajarê Mûsilê wêran dikin û berhemên wê yên kevnare dişkînin.