Rojava news: Komîserê Neteweyên Yekbuyî ragihand ku rewşa penaberên Sûrî qeyranek mezine û niha 3 milyon û 800 hezar penaberên sûrî li welatên cîranên Sûriyê nîştecîbûne.
Entonyo Gotîrs ragihand: Niha 3 milyon û 800 hezar welatiyên Sûrî penaberî welatên cîranên Sûriyê bûne û rewşa jiyana wan gelekî metirsîdare û pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye û tê payîn ku heya dawiya sala 2015`an hejmara penaberên sûrî 4 milyon û 300 hezar kes derbas bike.
Hêjayî gotinê ye piştî ku di meha adara 2011`an ve şer li Sûriyê destpê kiriye û heya niha 3 milyon û 800 hezar welatiyên Sûrî malên xwe bi cî hêştine û berê xwe dane welatên cîranên Sûriyê.