Rojava News: Piştî derbasbûna zêdetir ji 6 mehan di ser şerê Hêzên Pêşmerge re li dijî rêxistina DAIŞê, nav û dengê Pêşmerge parzemîn derbas kirin û li hemû cîhanê belav bû.
Piraniya xelkê, Pêşmerge weke hêzeke serekî di şikandina DAIŞê de naskirin.
Rûbirûbûna Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê bûye rojeva dezgehên medya cîhanî û hemû behsa qehremaniya Pêşmerge dikin.
Heya niha Hêzên Pêşmerge zêdetirî 1000 şehîd dane û vê yekêhiştiye ku xelkê Amerîka û welatên din bibin yek nerîn ku DAIŞ li ser destê Hêzên Pêşmerge gelekî lawaz bûye û niha li Amerîka jî xelk hêviyên xwe bi vê hêzê ve girê didin û serkeftinê ji wan re dixwazin.