Rojava News: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzî re hevdîtin kir. Di hevdîtinê ala Kurdistanê li kêleka ala Îtalyayê hat danîn.
Serokwezîrê Îtalya ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re got, em we piştrast dikin ku piştgîrî û alîkariyên me yên mirovî û leşkerî bo Herêma Kurdistanê dê berdewam be. Herwiha da zanîn ku Hêzên Pêşmerge peyama xoragirî û azayî dan hemû cîhanê.
Di destpêka wê hevdîtinê Nêçîrvan Barzanî spasiya xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir bo piştevanî û alîkariya mirovî û leşkerî ya Îtalya bo Herêma Kurdistanê.
Ji aliyê xwe ve, Metêyo Rênzî Serokwezîrê Îtalyayê wiha got: “Em we piştrast dikin ku piştevaniya mirovî û leşkeriya me bo Herêma Kurdistanê berdewam dibe û ji bi jinavbirina terorê em hemû piştgiriyekê li Herêma Kurdistanê dikin û rê û pêzanîna welatê xwe bo azayetiya pêşmerge di şerê li dijî terorê dûpat dikin, ku wek peyama xoragirî û azayetiyê ye bo hemû cîhanê.”
Serokwezîrê Îtalyayê wiha domand: “Îtalya dê li hemû aliyekî de û bêtir ji berê alîkariya Herêma Kurdistanê bike, ji ber ku Herêma Kurdistanê cihekî stratejî ye û em xwe wek dostê gelê kurd dibînin, lewma Îtalya biryar daye ku asta nûneratiya xwe li Herêma Kurdistanê bo konsulxaneya giştî bilind bike û bi vê em dixwazin peyamekê bidin hemû cîhanê ku niha rewşa Herêma Kurdistanê ji berê baştir e. Ji me re girîng e ku ev aramiya li Herêma Kurdistanê heye, berdewam bike.”