Print this page

Kerry: Divê jib o şerê beranber DAİŞê sînor bêne rakirin

Rojava News: Wezîrê karê derve ya DYE John Kerry çarşemê  li pêşberî kongirêsa Emerîka ragihand ku hejmarek ji komên terorê DYE dikine armancên êrişên xwe.

Kerry di rûniştina kongirêsê de ya derbarê plana Emerîka ya şer li dijî DAIŞ de got; Divê Waşinton ji bo şerê li dijî DAIŞ rêdaneke guncew bide birêvebiriya Emerîka ku di nav de şerê li dijî DAIŞ sînorên coxrafî nas neke.

Di rûniûştina kongirêsê de Kerry da xuya kirin ku êrişên esmanî yên hevpeymanê encamên baş bi dest dixîne û yek ji riyên stratejîk a DAIŞ di navbera Sûriyê û Êraqê de bi kar tîne birî.

Kerry wiha pê de çû; Divê DAIŞ di wê zabûnê de be ku dê ji bo wê ti deverên aram nemînin xwe bispêrê, em  pêşniyar dikin di şerê li dijî DAIŞ de sînorên coxrafî bêne rakirin.

Û wiha pê de çû: Di vê demê de belavkirina hêzên bejahî yên Emerîka di şerê li dijî DAIŞ de ne di rojeva stratejiya hikûmeta Emerîkayê de ye.