Rojava News: Serokwezîr Davutoglu got "Her dem alternatîfeke sêyemîn û rastîn heye, ew jî Sûriyeyeke demokratîk e. Avakirina Sûriyeyeke nû ew e ku hemû sûriyeyî dikarin wir di nav biratiyê de bi hev re bijîn."
Davutoglu di hevdîtina xwe ya bi endamên hikûmeta berwext û Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê (KNS) a li Ankara Palasê de axivî. Davutoglu diyar kir ku ne mimkûn e ku mirov Hatayê ji Lazqiyeyê, Nisêbînê ji Hesekêyê cuda bibîne û got "Dema em ji van hemû aliyan lê dinêrin di seranserê dîrokê de gelên Tirkiye û Sûriyeyê mil dane milên hev, ev gel dê îro jî di van rojên dijwar de dîsa mil bi mil li bal hev in."
Davutoglu da zanîn gelê Sûriyeyê ev 4 sal in sembola berxwedan û têkoşîneke ku dîroka mirovahiyê kêm caran dibîne ye û bi bîr xist ku rejimê digel hemû hewldanên Tirkiyeyê bertekên mezin nîşanî daxwaza gel a ji bo azadî û jiyaneke aştiyane û bi rûmet da.
Serokwezîr Davutoglu destnîşan kir ku KNS nûnerê herî meşrû ya gelê Sûriyeyê ye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Heta niha 300 hezarî zêdetir birayên me mirin, 4,5- 5 milyon birayên me li derveyî Sûriyeyê bûn penaber. Em niha mazûvantiya 1,7 milyon birayên xwe yên sûriyeyî û 300 hezar jî iraqiyan dikin. Di vê mijarê de helwesta Tirkiyeyê diyar e. Ez dixwazim ku cardin di 4emîn salvegera şoreşê de ji we re ji we nûnerên KNSê re helwesta bi prensîb a gel û hikûmeta Tirkiyeyê destnîşan bikim. Gelê Sûriyeyê birayê me yê ezelî û ebedî ye."