Rojava News: 27emîn salvegera kîmyabaran Helebce li Berlînê birêve diçe, nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Balyozê Iraqê li Elmanya jî beşdar dibin.
Duh, 15.03.2015, li taxa Proz a bajarê Koln li ELmnayayê, mersaîmê 27emîn salvegera kîmyabarankirina Helebce birêve çû, di merasîmê de hejmareke zêde ya rewşenbîr, çalakvan û revenda kurd beşdar bûn.
Di saxkirina salevgera Helebce de hin peyv û gotar hatin pêşkêşkirin, ji wan jî peyvên part û aliyên siyasî û mêvanên biyanî ên ku bi hawara gelê kurd ve hatine, di hemû peyvan de daxwaza zêdetir gihandian alîkariyan bo xelkê Helebce hat kirin.
Herwiha daxwaz ji welatê Elmanya hat kirin ku daxwaza lêborînê ji gelên Kurdistanê bike, ji ber ku di salên heştêyan de şirket û Kargehên Elmanya destê wan di berhemhênan û şandina madeyên kîmayî bo rijêma navçûyî ya Be’s bi serokatiya Sedam Hûsên, hebû.
Hêjayî gotinê ye her sal li Elmanya û Ewropayê helkefta Helebce di salonan de bi semînar û li ser cadeyan û taybet di gorepanên navdarên bajar bi sedan û hezaran ji revenda kurd dicivin û helkefta Helebceyê bibîr tînin, wê îro ( 16.03.2015 ) jî li Berlîn a paytexta Elmanya li ber deriyê bajar ” Brandenburger Tor ” bi beşdariya Balyozê Iraqê û nûnerên Hikûmeta Kurdistanê demjimêr 16:30 merasîmek birêve bçe, wê Balyoz Dr. Hûsên El- Xetîb peyvekê jî pêşkêş bike, herwiha wê li sernaserê Elmanya û Ewropayê ev yade bê saxkirin.