Rojava News: Serokê Amerîka Barak Obama daxwaz ji gelê Îranê kir ku vê firsendeyê baş bi kar bînin ji bo ku rêkeftinek derbarê programa atomî ya Îranê de çêbibe.
Obama di nameyekê de ku rasterast ji gel û serkirdeyên Îranê re şandiye, got, îsal girsendeke herî baş heye ji bo paşeroja Amerîka û Îranê.
Obama diyar kir ku danûstandinên atomiya Îranê pêşde çûne û ji gelê Îranê xwest ku bi dengekê bilind bergiriyê li paşeroja xwe bikin.
Ev nameya Obama di demekê de ye ku berpirsên Kongreya Amerîkayê ragihandine ku demokratîxwaz û komarîxwazên di Encûmena Pîran de li hev kirin ku dengdana li ser wê projeyasayê paşxist ku Obama neçar dike ku razîbûna kongrêyê li ser rêkeftina bi Îranê re wergire.
Li Lozana Swîsrayê jî danûstandinên di navbera Îran û welatên mezin yên cîhanê berdewam dikin ji bo ku berî bidawîhatina vê mehê bigihin rêkeftineke nivîskî.