Print this page

Fermandeyên Artêşa Amerîka: Nabe Washington tevlî şerê DAIŞê be

Rojava News: Fermandeyên serbazî yên Amerîkayê derbarê beşdariya rasterast a artêşa wî welatî li eniyên şer ê li dijî DAIŞê de hişyarî dan îdareya Koşka Spî. Li gor wan fermandeyên serbazî, pêwîst e Amerîka tevlî şerê rasterast ê bi çekdarên DAIŞê re nebe, lê êrişên esmanî yên li dijî wan zêdetir bike û rahêneran bişîne Bexdayê.

 

Di dîbeyteka Koşka Spî ya Amerîkayê de, ku derbarê rewşa Iraqê û xurtkirina hewlên Amerîkayê ji bo şerê li dijî DAIŞê li Iraqê hatibû lidar xistin, fermandeyên serrbazî yên artêşa wî welatî hişyarî dan îdareya Washingtonê ku bi awayekê rasterast xwe tevlî şerê li Iraqê neke.

 

Medyayên Amerîkayê îro belav kirin, “Di demekê de ku Koşka Spî dixwaze pêngavên xwe ji bo rêgirtin li gef û êrişên DAIŞê befirehtir bike û stratejiyeke nû pêş bixe, fermandeyên serbazî yên wî welatî dijberiya wê helwest û biraya îdareya Washnigtonê dikin.”

 

Di dîbeyteka Koşka Spî de, tîma Asayişa Netewî ya Serokê Amerîkayê Barack Obama behsa çend bijardeyan kirin û ji wan jî “Şandina hejmarek zêdetir a şêwirmendên serbazî û bikaranîna helîkopterên Apache yên amerîkî ji aliyê hêzên artşa Amerîkayê ve di eniyên şer de.”

 

Lê Fermandeyên artêşa wî welatî, ew pêngava îdareya Washnigtonê wek rîskekî mezin bi nav dikin û daxwaz dikin, îdareya Obama xwe ji şerê di eniyên şerê li dijî DAIŞê li Iraqê de dûr bigre û bi çekdarên DAIŞê re tevlî şerê rasterast nebe.

 

Generalê Artêşa Amerîka, Genral Llyod Austin ku serpireştiya hêzên amerîka li Rojhilata Navîn dike, di wê dîbeytê de amaje dike:

“Amerîka nabe bi ti awayî hizir li amadebûn di eniyên pêş ên şer de bike û rîskek wisa bike. Çimkî hêj ne xuya ye, dawiya wê lîstikê dê bigihe kuderê.”

 

Berpirsekî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê jî ragihand: “Em naxwazin rîskê bi jiyana serabzên Artêşa Amerîkayê bikin û ew şêwirmendên serbazî jî ku em dişînin Iraqê, gerek ji eniyên şer dûr bin.”

 

Lê ligel wê çendê jî, çend senatorên amerîkî yên ser bi Partiya Komarîxwazan ên w ek Jeb Bush, Ted Cruz, Marco Robio û Lindsey Graham, ku xwe ji hilbijartinên serokatiya wî welatî re namzed kirine, pêştir ragihandine, “Eger amerîka dixwaze çekdarên DAIŞê têkbişkîne, pêwsîtî bi wê yekê heye ku hêzek zêdetir bişîne Iraqê.”