RojavaNews : Li Parîsa paytextê Fransayê 51mîn pêşangeha balafiran hat lidarxistin.
Di wê pêşangehê de balafirek hat nîşandan ku bi elektrîkê kar dike. Wek serpireşt û berpirsên şîrketa ku ew balafir çêkiriye dibêjin, balafira E1, bi ti awayî gaza Co2 (Duyem Oksîd a Karbonê) çênake û balafirekê jîngehparêz e.
Li gor agahiyan, motorên wê balafirê bi elektrîkê kar dikin û di şiyana wê de ye ku di 90 xûlekan de heya 209 km bifire.
Ew balafir niha dikare tenê du kes heya çar kesan veguhêze, lê şîrketa ku wê balafira elektrîkî berhem tîne, dibêje ew dê hewl bidin ku balafirê mezintir û berfirehtir bikin û bi wê armancê wan ji bo du salên bê planên xwe amade kirine.