Rojava News: Wezîrê bergiriya Amerîka pesnê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê dijî DAIŞê de da.
Wezîrê bergiriya Amerîka ragihand ku Pêşmerge nişanî me dan bê şer çawaye û şiyanên xwe jî bi rengekî bi hêz di şer de dan diyarkirin.
Di dema kombûna komîta xizmetguzariya leşkerî di Kongirêsa Amerîkî de di roja Pêncçemê bûrî 18 Hizêranê de wezîrê bergiriya Amerîka “Aşton Karter” ragihand ku: “Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ew hêze ku em dixwazin hemî hêzên Îraqî wek wê bin û wek wê bên avakirin.” Aşton behsa rizgarkirina Girê Sipî jî kir û bi girîngî ew wesif da ji ber ku bi girtina Girê Sipî damarê Serekî yê DAIŞê hat birîn û got: “Me her demê alîkariya ezmanî û pêdawîstên leşkerî pêşkêşkirin.”
Derbarê şandina çekan bo Pêşmergeyên Kurdistanê Aşton got: “Em dê berdewam bin li ser alîkariya Pêşmerge û me daxwaz ji Bexdayê kiriye ku bi lez wan çekan bighînin destê Pêşmergeyan, Em çûn Bexda û me ji wan re got çênabe hûn bi sistî çekan bighînin Pêşmerge ji ber Pêşmerge rasteqîne bi wan çekan şerê DAIŞê dikin û ne em tenê alîkariya Kurdan dikin lê belê çend welatekî Ewropî jî alîkariya wan dikin.”
Wezîrê bergiriya Amerîka eşkere jî kir ku beşekî mezin ji çekên Pêşmerge ji aliyê welatê Ewropî tên peyda kirin ne ji aliyê Amerîka wek amajeyekê bi çekên Elmanî ku gihane dest Pêşmerge û got jî: “Ew çek gelekî başbûn û rojane rolek girîng li bereyên şer dikirin.”
Li gor raporeke Loss Angeluss, pêwîste em bîrokeya yekpaçeyiya Iraqê ji bîr bikin, herwiha rapor amaje dike ku, çima em rastiyan biştguh dixin, helbet 3 hêzên şerker ên bijayî li Iraqê hene ku li dijî DAIŞê şer dikin. Pêşmerge Kurdistanê diparêzin, çekdarên êlên sinne navçeyên xwe diparêzin û melîşyeyên şîe jî Bexda û navçeyên xwe yên din diparêzin.
Di beşekî din ê raporê de hatiye ku, Senatorê Amerîkî John McCain dibêje, li şûna ku wan hemû alîkarî û pêwîstiyên leşkerî yên ku bo artêşa Iraqê tên peydakirin, eger bo Hêzên Pêşmerge û êlên sine bên şandin, dê stratejiya şerê li dijî DAIŞê pêk were û ew rêxistin têkbişke, ti carî jî hikûmeta navendî nikare wî karî bike.
John McCain diyar dike ku, niha dema wê yekê hatiye ku Iraq wek 3 parçe yan 3 herêm binasênin, ku ew jî herêmên kurd, sine û şîe ne.
Di raporê de hatiye jî ku, pêwîste Amerîka wê yekê qebûl bike ku, nikare kîn û tolstandina navbera sine û şîeyan de jinav bibe.