Rojava News: Malperê wîklîkis 60 hezar dokumêntên Erebistana Siûdîyê belav kir û soz jî daye, bêtirî 500 hezarên din jî belav bike.
Li gorî beyaneka dezgeha Wîklîkis ku li ser malperê xwe belav kirîye, ew bi nîyaze di çend rojeyên dahatî da, 500 hezar dokumêntên ku ji dezgehên dîplomasî yên Erebistana Siûdîyê hatîne bidestxistin, belav bike, piştî ku li îna bihûrî 60 hezar dokumênt belav kirîn.
Wîkîlîkis daye zanîn, piranîya dokumêntên bi dest wan ketine, yên wezareta derve ya Siûdîyê û dezgehên dîplomasî yên wî welatî ne.
Çavdêr dibînin, eger dirustîya wan belgeya hat selmandin, zîyaneka mezin dê bi pêgeha Siûdîyê li deverê bikeve, taybet li hemberî komara îslamîya Îranê.
Li demekî ajansa asoşêtêd pirês ragîhandîye, wan pêdaçûn bo hijmareka wan dokumêntên belavkirî kirîye û pranîya wan yên karên rutînî yên Siûdîyê bûn.