Rojava News: Cîgirê Berdevkê Fermî yê Netewên Yekbûyî Ferhan Heq ji Rûdawê re ragihand, wan daxwaz ji Tirkiyeyê kiriye deriyên sînorî di rûyê Kobanî de vekirî bihêlin.
Ferhan Heq di daxuayaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, wan ji hikûmeta Tirkiyeyê xwestine, deriyên sînorî di rûyê Kobanî de vekirî bihêlin da ku birîndar û ew kesên ku ji ber şer dest ji mal û halên xwe berdane, bikarin derbasî aliyê Tirkiyeyê bin.
Ferhan Heq ji Rûdawê re got: “Netewên Yekbûyî dê berdewam be li ser gihandina alîkariyan bi penaberên Kobanî û navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê.”
Îro danê sibehî çekdarên DAIŞê ji çend aliyan ve derbasî nav bajarê Kobanî bûn û çend teqînên xwekujî di nav bajar de pêk anîn. Xelkê Kobanî û şervanên YPGê jî bi tundî bersiva êrişa DAIŞê dan û bergiriyê li Kobanî dikin.
Li gor agahiyan, di encama êrişên îro yên çekdaêrn DAIŞê bo ser Kobanê û gundên derdora wê, heya niha zêdetirî 100 welatiyên sivîl şehîd bûne û zêdetirî 150 kesan jî birîndar bûne.
Herwiha YPGê di daxuyaniyekê de ragihand, di şer û pevçûnên îro de 30 çekdarên DAIŞê bi destê şervanên wan hatine kuştin.
Netewên yekbûyî herwiha îro raportek derbarê rewşa penaberên Sûriyê belav kir û tê de derbarê kêmiya alîkariyên bo penaberên navxweyê Sûriyê, herwiha penaberên li Başûrê Kurdistanê, Lubnanê û Ordunê de hişyarî da.