Rojava News: Hikûmeta Bulgaristanê razî nebû ku ew penaberên kurd ên êzîdî yên ku dixwestin derbasî Bulgaristanê bibin û biçin Ewropayê, derbasî welatê wê bibin.
Çend roj berê komek penaberên kurdên êzîdî, ji kampeke penaberan li Amedê çûbûn ser sînorê Tirkiye û Bulgaristanê û xwestibûn derbasî Bulgaristanê bibin û ji wir jî herin welatên Ewropî lê li ber deriyê sînorî yê Kapikule hatibûn vegerandin.
Parlamenterê kurdê êzîdî di Parlamentoya Iraqê de, Hecî Kindor Şêx ragihand: “3 hezar penaberên kurdên êzîdî li Tirkiyeyê berê xwe dane sînorê Bulgaristanê da ku biçin Ewropayê, lê hikûmeta wî welatî rê neda wan ku derbas bibin.”
Ew penaberên êzîdî li nav bajarê Stenbolê di rewşek kambax de ne. Ew bi şev li derve dimînin û dora wan jî ji aliyê hêzên polîs ve hatiye dorpêçkirin.
Ji aliyê xwe ve, parlamanterê berê yê kurdên êzîdî di Parlamentoya Iraqê de Mehma Xelîl ji Rûdawê re ragihand: “Kurdên êzîdî ji ber zilm û zoriyê û dijwariya jiyanê di kampên Tirkiyeyê de, ji wan kampan derketine û berê xwe dane Bulgaristanê û niha li ser cadeyan dimînin.”
Xelîl wiha got: “Di wan kampan de ne mafê wan ê mirovatiyê hebû û ne jî mafê wan ê niştimanî û neteweyî hebû, ji ber wê jî berê xwe dane sînorê Ewropayê.”
Mehma Xelîl bang li cîhanê kir ku wek mafekî mirovî bi hewara wan ve biçin, herwiha bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê jî kir ku çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibînin û alîkariya wan penaberan bikin.