Print this page

Li Endonezyayê froka leşkerî ket: 113 mirî

Rojava News: Li Endonezyayê balafireke leşkerî ket xwarê,  113 kesan jiyana xwe ji dest dan.

 

Li Endonezyayê, balafireke leşkerî dema di ser bajarê Medan ê girava Sûmatra re ji nizm difiriya, ket erdê. Di qezayê de 113 kesan jiyana xwe ji dest dan.

 

Li gorî agahiyên hatin wergirtin, 12 jê personel 113 kes di balafirê de hebûn. Wezîfedarê Resepisyona Golden Eleven Hotel Elfrîda Efî got, "Balafir di ser serê me re çend caran firiya."

 

Efî diyar kir ku balafir dema cara sêyemîn di ser re wan re firiya, agir pê ketiye û ketiye erdê.