Print this page

Amerîka razî nîne Tirkiye bikeve Sûriyê

Rojava News: Tirkiye xwe ji operasyona Sûriye û Rojavayê Kurdistanê re amade dike. Amerîka jî ji vê yekê nerazî ye.

 

Ev çend roj in artêşa Tirkiyê hêz û alavên leşkerî li ser sînorê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bicîh dike.

 

Rayedarên Tirkiyê dibêjin, ji bo parastina ewlehiya Tirkiyê dê li deverên sînorî herêmek tampon ava bikin.

 

Lê heta niha Amerîka çend caran nerazîbûna xwe li dijî vê yekê nîşan daye û ragihandiye, ti hêceta ku Tirkiye li Sûriyê herêma tampon ava bike, tine.

 

PKK û PYDê jî gefa wê yekê xwarine ku eger Tirkiye bikeve Rojavayê Kurdistanê dê bersiv bidin.