Rojava News: Li Sînaya Misrê bi wesayîda bombebarkirî êrîşek hat kirin. Di vê êrîşê de herî kêm 30 leşker mirin. Di navbera mîlîtan û leşkeran de şer derket û 22 milîtan jî hatin kuştin.
Êrîş li bakurê Sînayê li cihên kontrolê yên leşkerî pêk hatin.
Di van êrîşên hevdem de, li 6 cihên cuda êrîş hatin kirin.
Di teqînê de 30 leşkerên Misrê canê xwe ji dest dan û tê ragihandin ku gelek birîndar jî hene.
Piştî teqînê di navbera milîtan û leşkeran de pevçûn derket û di pevêçûnan de 22 milîtan hatin kuştin.
Rayedaran diyar kirin ku milîtanan, piştî êrîşê hin leşker jî dîl girtine.
Li sînayê êrîş li dijî artêşê car caran pêk tên. Li Sînayê rêxistina bi navê Herêma Sînayê bi bandor e û vê rêxistinê jî diyar kiribû ku ew bîadî DAIŞ’ê dikin.