Print this page

Çekdarên Boko Haram 100 kes kuştin

Rojava News: Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, roja Çarşemê demjimêr 18:30 piştî fitarê çekdarên Boko Haram hêrîşî gundê Kûkawa yê li nêzî Gola Çadê kirin û di encam de 100 zarok û ciwanan kuştin.

 

Eve di demekê de ye ku, li Nîjeryayê rêxistina Boko Haram bi îdîaya 'avakirina dewleta Îslamî' ji sala 2009'an û vir ve tevdigere û ev 2 sal in komkujiyên xwe dewam dike.

 

Rêxistina Boko Heram ku navê xwe bi revandina bi sedan zarokên keç da bihîstin, heta niha bi sed hezaran welatiyên sivîl kuştine.