Print this page

Birîtanya hêzek taybet bo kuştina Bexdadî amade dike

RojavaNews : Tê îdîakirin ku Serok Wezîrê Birîtanya Cameron ferman daye hêzek taybet yên artêşa Birîtanî ku serkirdeyê rêxistina DAIŞ’ê Ebûberkir Bexdadî û rêvebirên din ên vê rêxistinê bikuje.

Li gor nûçeyên ragehandina Erebî, Serok Wezîrê David Cameron lempa kesk bo hêzên taybet (SAS) vêxistiye ku operasyonên taybet li dijî serkirdeyên rêxistina tundrew a DAIŞ’ê encam bidin.

Li gr îdîakirin ku, biştî vê raspardinê êdî hêzên taybet wê li dijî rêvebirên DAIŞ’ê li Suriyê û Iraqê pêk bînin.

Ev biryar jî piştî êrîşa bajarê Suse ya Tûnûsê hat ku, di encama êrîşa endamekê vê rêxstinê jimarek geştyarên Birîtanî hatibûn kuştin.