Print this page

Parlamenterê CHPê: Ji Tirkiyeyê 10 hezar kes tevlî DAIŞê bûne

Rojava News: Parlamenterê Partiya Komara Gel (CHP) yê Dîlokê Mehmet Şeker dibêje nêzîkî 10 hezar xort ji Tirkiyeyê tevlî refên DAIŞê bûne.

 

Li Parlamentoya Tirkiyeyê mijara dirêjkirina erka leşkerên Tirkiyeyê yên di çarçoveya “Hêza Erka Demkî ya Neteweyên Yekbûyî de li Libnanê hat gotûbêj kirin. Parlamenterê CHPê Mehmet Şeker jî di kombûna parlamentoyê de polîtikaya hikûmetê ya derbarê Sûriyê de rexne kir.

 

Mehmet Şeker ragihand Tirkiyeyê bo Sûriyê bûye rêgeha şandina çek û teqemeniyan û di wê mijarê de gunehê desthilatiyê zêde ye û wiha got: “Gelo desthilat hesab dike, ka li Sûriyê bûye sedema xwîna çend misilmanan hatiye rijandin?”

 

Li gorî Şeker Tirkiye herwiha ji bo tevlîbûna DAIŞê jî bûye rêgehek û wi domand:

 

“Ji Ewrûpayê çekdar tên Tirkiyeyê û derbasî Sûriyê dibin û tevlî rêxistina DAIŞê dibin. Çima em wan na şopînin? Ji Tirkiyeyê nêzîkî 10 hezaran xortên me başdarî rexistînê bûn. Em nizanîn çend ji wan hatine kuştin. Tenê ji Dîlokê heta niha 22 malbatên em agahdarkirine zarokên wan hatine kuştin.”

 

Parlamenterê CHPê anî ziman kesên ji welatên cuda tevlî DAIŞê bûne sibe dê bixwazin vegerin welatên xwe û wiha got: “Wê demê her welatekê dê DAIŞek û rêxistinek teror hebe.”