Print this page

Li Qahîra teqîn

Rojava News: Li ber avahiya qunsulisa Îtalya ya li paytexta Misrê Qahîra teqînek rû da û di encamê de kesek hate kuştin û 4 kes birîndar bûn.

 

Li gorî agahiyên ji çapemeniya Misrî hete girtin li paytexta Misrê Qahîra teqînek rû  da û di encamê de kesek hate kuştin û 4 kes birîndar bûn. Derbarê mijarê de şahidên bûyerê ji rojnameya Şeriq El-Ewset re got ku teqîn li ber avahiya qunsilisa Îtalya ya li Qahîra pêk hatiye û di encamê de ziyaneke madî di qunsilisê û avahiyên derdora wê de ziyana madî ya zêde pêk hatiye. Çavkaniyên ewlekarî gotin ku bombe di binê tirmpêlekê de hatibû bicihkiirin.

 

Li aliyê din hate gotin ku ji kesên birîndar 2 endamên polîsên e.