Rojava News: Serokê Amerîkayê Barack Obama got ku ew hêzên DAIŞê perwerdeya leşkerî dikin, lê Koşka Spî ew gotin rast kir.
Di konferanseke rojnamevaniyê de li Koşka Spî Barack Obama di bersiva pirsekê de bi şaşitî, li şûna bêje em hêzên Iraqê perwerde dikin, got: “Em hêzên DAIŞê perwerde dikin.”
Ev gotina Obama bi awayekî zindî dihat belavkirin û tê de hest bi vê şaşitiya xwe nekir.
Serokê Amerîka di gotara xwe de behsa hewlên welatê xwe di şerê li dijî terorê dikir, herwiha amaje bi wan qonaxên ku hêzên wan gihîştinê di şerê li dijî terorê de.
Ev cara yekê ye ku Koşka Spî gotineke Obama rast dike.