Rojava News: Serokê Konseya Yekîtiya Ewrûpa (YE) Donald Tusk, diyar kir ku piştî muzakerayên dirêj di mijara bernameyeke aborî ya nû ji bo Yewnanîstanê li hev kirine.
Donald Tusk li bajarê Brukselê derbarê lihevkirina ligel Yewnanistanê de civîneke çapemeniyê lidarxist. Tusk wiha got: “Civîna Euro bi dengdanê biryar girt. Her kes ji bo bernameyeke ESM a piştgiriya fînansî bide Yunanîstanê û reformên cidî amade ye.”
Tusk, diyar kir ku wê peyman ji aliyê meclîsa Yewnanîstanê ve jî bê destgirtin û divê hikûmeta Syrîza hin tedbîrên şidandina kemerê di rojên pêşiya me de bixe meriyetê.
Muzakereyên zor û zehmet ên du rojan dewam kirin, bi awayê muzakereyên çarmend pêk hatin. Nûnerên Yewnanîstan, Elmanya, Fransa û YE yên tevahiya şevê xebitîn di mijara planeke nû ya rizgarkirinê de li hev kirin.
Hat ragihandin ku wê reşnivîseke vê biryarê pêşkêşî Herêma Euro bê kirin.
Serokê Komîsyona Ewropayê Jean Claude Juncker jî diyar kir ku wê Yewnanîstan di Herêma Euro de bimîne.