Rojava News : Rojnameya Daily Telegraph a Brîtanî ragihand: “Pêwîst e Brîtanya êdî li Sûriyeyê jî şerê rêxistina Dewleta Îslamî ya naskirî bi DAIŞê bike”, ji ber ku wî welatî li Iraqê şerê li dijî wê rêxistinê dest pê kiriye.
Rojnameya Daily Telegraph di hejmara xwe ya îro de gotara xwe ya destpêkê taybet kir bi şerê li dijî DAIŞê û hewlên Serokwezîrê Brîtanya David Cameron bo dijatîkirina wê rêxistinê di nav axa Sûriyeyê de.
Rojnameya Daily Telegraph di wê nivîsê de ragihandiye: “Şêwaza bi hawarhatina şileşil a welatên rojava li hember bûyerên niha yên li navçeya Rojhilata Navîn bû sedem ku Serokwezîrê Brîtanya David Cameron neçar bibe bo bombebarankirina binkeyên rêxstina Dewleta Îslamî (DAIŞ) hawara xwe ji Hêza Esmanî ya Şahane ya Brîtanya re bibe.
Li gor rojnameya Daily Telegraphê, ew yek jî piştî derbasbûna du salan bi ser redkirina daxwaza hikûmeta wî welatî ji aliyê Parlamentoya Brîtanya ve bo bombebarankirina binkeyên rejîma Serokê Sûriyeyê Beşar Esed tê.”
Ew rojnameya Brîtanî herwiha di berdewamiya wê gotara xwe de dibêje: “Hevdem ligel wê çendê, hincetên ku li dijî daxwazên Cameron hatibûn pêşkêşkirin, bihêz bûn. Tirs ji wê yekê hebû ku Brîtanya tevlî şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bibe, lê Brîtanya îro di operasyoneke serbazî ya li dijî rêxistina Dewleta Îslamî li Iraqê de beşdar e, ji ber wê jî êdî ti sedemek nîne ku rêgiriyê ji beşdarbûna wî welatî bike di hewlên serbazî yên li dijî wê rêxistinê di nav axa Sûriyeyê de jî.”
Rojnameya Daily Telegraph herwiha pesnê nirxandinên Serokwezîrê Brîtanya David Cameron yên derheqê gefên rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) de dide û dibêje: “Biryara wî (Cameron) derbarê pêwîstiya rûbirûbûna ligel wan çekdaran di qadên şer de û herwiha li Brîtanyayê ku ew rêxistin propagandayê ji xwe re dike û hewla bi dest anîna alîgir û endaman dide, rast e.”