RojavaNews : Hevbendiya Rojnamevanên Espanyayê ragihand ku 3ê rojnamevanên wê yên serbixwe li bajarê Helebê winda bûne.
Hevbendiya Rojnamevanên Españyayê got ku navên wan rojnamevanan ev in: Antonio Pampliega, José Manuel López and Ángel Sastre.
Seroka wê Hevbendiyê ya bi navê "Elsa González" ji kenala Espanî ya niştîmanî re got:"Her sê rojnamevan li Helebê winda bûne di dema ku karê xwe dikirin, û agahî li ser wan ji berya çend rojan de hatine birîn."
Sîpan Xelîl