Print this page

Generalê Amerîkî: Pêwîst e em esmanê Iraqê kontrol bikin

Rojava News: Namzedê Serfermandariya Artêşa Amerîkayê, general Mark Milley daxwaz kir, Amerîka bi rêya satelîtê û balafiran esmanê Iraqê kontrol bike û çavdêriya esmanê wî welatî bike, bi taybetî li wan cihên ku nêzîkî çeperên şer in.

 

General Mark Milley di civîneke Kongeya Amerîkayê de axaftinek pêşkêş kir û di axaftina xwe de daxwaz kir, Amerîka esmanê Iraqê bixe bin kontrola xwe û çavdêriya esmanê Iraqê were kirin, bi taybetî li navçeyên nêzîkî eniyên şer, da ku diyarkirina armancan bo lêdana çekdarên DAIŞê hêsantir bibe û bandora êrişên esmanî yên li dijî wê rxistinê jî baştir be.

 

Mark Milley ji endamên Kongreya Amerîkayê re ragihand: “Danîna çavdêrên amerîkî li ser esmanê Iraqê ligel hêzên Iraqê, bi taybet li navçeyên nêzîkî şer bo destnîşankirin armancan û dayîna agahiyan pêwîst bo êrişên li dijî DAIŞê, dibe sedema baştirkirina bandora êrîşn esmanî yên li dijî çekdarên DAIŞê û ji ber wê jî pêwîst e ew mijar were nirxandin û lêkolîn li ser were kirin.”

 

Milley herwiha tekez kir: “Me pêwîstî bi danîna çavdêrên esmanî li Iraqê heye.”

 

Ew yek di demekê de ye hikûmeta Iraqê û fermandeyên leşkerî yên artêşa Iraqê û herwiha berpirsên leşkerî yên milîsên Heşda Şeibî bi awayekê berdewam rexne li êrîşên emsnaî yên balafirên hevpeymanan digirin.

 

Rayedarên artêşa Iraqê û milîsên Heşda Şeibî dibêjin, ti bandora êrişên balafirên hevpeymanan bi serkirdatiya Amerîkayê di şerê li dijî DAIŞê de nîne.