RojavaNews : Barack Obama Serokê Amerîka dibe yekem serok di dîroka Amerîka de ku serdana welatê Etyopyayê dike.
Barack Obama duh roja Yekşemê gihişte Addis Ababa paytexte Etyopyayê , piştî ku du roj li Kenya, welatê ku bavê wî lê dayik bûye, derbas kir.
Li Etyopyayê, Serok Obama dê ligel rêberên welêt kom bibe û li Yekîtiya Afrîqayê jî gotarekê pêşkêş bike.
Rêxistinên mafên mirov rexne li Serok Obama ji ber serdana Etyopyayê kirine. Ew dibêjin, hikûmeta wî welatî rojnamevanan digire û piştgirên partiyên opozisyonê desteser dike.
Koşka Spî jî dibêje, wê Obama mijara mafên mirov li Etyopyayê behs bike.