RojavaNews :Di encama teqînekî li Kameronê herî kêm 19 kes hatine kuştin.
Di vê derbarê de jêderên nûçeyan belav kirin ku şeva derbasbûyî di nava bazarekê de ya li bajarê Merwa ya li Bakûrê Kameronê de 19 welatî hatine kuştin û di dehan welatiyên din jî birîndar bûne.
Ji aliyeke din ve rayedarên Kameronê dibêjin ku ew teqîna han ji aliyê terorîstên Boko Heram ve hatiye pêkanîn.