Print this page

DAIŞ bi Rûsyayê re jî ket şer!

Rojava News: Rûsyayê ragihand, hêzên ewlehiyê yên wî welatî komeke girêdayê rêxistina DAIŞê li bakurê herêma Qefqazê jinav birin.

 

Komîteya Niştîmanî ya Federal a Rûsyayê bo Rûbirûbûna Terorê doh di daxuyeniyekê de ragihand: “Hêzên Rûsyayê li Komara Ingoşê li bakurê herêma Qefqaz a Rûsyayê karîne komeke çekdarî ya girêdayî rêxistina DAIŞê ji nav bibin.”

 

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin: “Ew koma çekdarî ji 8 kesan pêk hatibû û di wan demên dawî de peyman dabûn bi rêxistina DAIŞê û bibûne beşek ji wê rêxistinê.”

 

Daxuyanî wiha da xuyakirin, ku piştî agahdarbûn ji hebûna komek wiha li herêmê, hêzên ewlehiyê yên Rûsyayê êrişî wan kirin û di encama şer ê pevçûnê de her 8 çekdarê DAIŞê hatin kuştin.

 

Rêxistina DAIŞê jibilî welatên Sûriye û Iraqê, hewl dide li welatên din jî amade bibe û bi taybet bi rêya komên tundrew ên li welatên herêmê û bakurê Afrîqayê di hewla berfirehkirina desthilata xwe de ye.

 

Di demên borî de jî çend komên tundrew li çend welatan ên wek Boko Heram li Nîceriya, Ensar Beyt Elmoqedes li Misir û çend rêxistin û komnên din li navçeyên din ên cîhanê peyman dan rêxistina DAIŞê ê tevlî refên wê rêxistinê bûn.