Print this page

Li Hindistanê trêna rêwiyan ji rê derket û 24 kes mirin

Rojava News: Li eyaleta Madhya Pradeşa li herêmên navîn ya Hindistanê ye, du trênên rewiyan ji rê derketin û 24 kes mirin, 25 kes jî birîndar bûn.

 

Trêna "Kamayani Express"ê ya ku ber bi Mûmbaî ve diçû, duh bi şev dereng li ser pira çemê Maçakê ya nêzî bajarê Hardayê qelibî. Piştî qezaya ewil çend deqîqe şûnde jî qezaya duyemîn qewimî. Trêna "Janata Express"ê ya ku ji hember dihat li ser pirê qelibî.

Ji Kamayani Expressê 6, ji Janata Expressê jî 4 vagon qelibîn. Di her du trênan de bi tevahî 24 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku rewşa hin birîndaran giran e û dibe ku hêjmara miriyan zêde bibe. Rayedarên rêhesinê ragihandin ku ji ber barana guj rayên rê ketinê bin heriyê û ji ber vê jî qeza çêbûne.

 

 Ji ber ku hin vagon di heriyê de man xebatên xelaskirinê bi zehmetî hatin kirin û di xebatan de 300 kes hatin xelaskirin. Wezîrê Rêhesinê Sûreş Prabhû der barê qezayan ragihand ku lêpirsîn dane destpêkirin. Her wiha ew ê îro jî li parlementoyê der barê bûyerê de daxuyaniyeke berfireh bide.