Rojava News: Şêniyên bajarê Hîroşîma yê Japonya di 70’mîn salvegera bombebarana bajêr bi destê artêşa Amerîka di dema şerê cihanê yê duyemîn de merasimek bîranînê lidarxistin.
Îro merasimek bîranînê ji bo 70’mîn salvegera Hîroşîma bi beşdarbûna rayedar û xelkê Japonya hat lidarxistin. Bi hezaran çirayên pêketî li ser çemê Motoyasoy ya bajarê Hîroşîma diherike. Herwiha xelkê bajêr kevok firandin.
Di dema şerê cihanê yê duyemîn de artêşa Amerîka seat 08:10’ê sibeha roja 6’ê Tebaxa 1945’an bombeya atomê bi ser bajarê Hîroşîma de berda. Di encamê de nêzî 140 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Piştî 3 rojan bombeyek din jî bi ser bajarê Nakazakî yê Japonya re hate berdan.
Tê gotin tenê wê rojê 70 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Gelek kes ji ber birînên kûr ên bombeya atomê di roj, hefte û mehên pêşdetir de jiyana xwe jidest dan.