Rojava News: Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) daxwaz ji rêxistina DAIŞê kir, rêz li yasayên şer bigre û girtiyên sivîl serbest berde.
Rêxistina Lêborîna Navdewletî îro di daxuyaniyekê de daxwaz ji DAIŞê kir, pêbanedî yasayên şer be û êrişî xelkê sivîl neke û wan negire.
Di daxuyaniyê de behsa revandin û girtin4a xelkê sivîl ji aliyê çekdarên wê rêxistinê tê kirin û tê gotin, pêwîst e di demek zû de ew kiryar werin sekinadin.
Daxuyanî amaje bi êrişa çekdarên DAIŞê bo ser gundê El Qeryeteyn a girêdayî bajarokê Qeryeteyn li parêzgeha Humis li Sûriyeyê dike û daxwaza berdana welatiyên sivîl dike ku çekdarên DAIŞê di wê êrişê de dîl girtine.
Di daxuyaniyê de bang li çekdarên DAIŞê tê kirin, ew kesên sivîl ku ti cure çek bi wan re nîne, bi zûtirîn dem werin berdan.
Lêkolînvanê Rêxistina Lêborîna Navdewletî Neil Sammonds got: “Ew kiryarên necuwan ên DAIŞê ku zêdetirî 200 kesên sivîl li Sûriyeyê revandine, tişteke hovane ye û pêwîst e bi zûtirîn dem rêz li yasayên şer were girtin û ew kesên sivîl werin berdan.”
Neil Sammonds tekez kir: “Gerek hemû hewlek bê dan da ku encamderên wê kiryara çepel radestî dadgehê bên kirin û dadperwerî bo qurbaniyên wê bûyerê were dabînkirin û bi zûtirîn dem ew kesên sivîl ku ti cure çek bi wan re nebûye, werin azadkirin.”
Çekdarên DAIŞê li navenda welatê Sûriyeyê êrişî gundê El Qeryeteyn a girêdayî bajarokê Qeryeteyn li parêzgeha Humis kirin û 230 welatiyên sivîl revandin.
Hat ragihandin, 170 kes ji wan kesên sivîl misilman û 60 kesên din jî ji ola xiristiyan in.