Rojava News: Li Kabula paytextê Efxanistanê êrîşî Qampa NATOyê ya li nêzîkî navenda tokêşîna dijî hişbirê ye kirin, di êrîşê da yekê wan wezîfedarê NATO yê 3 kes hatin kuştin.
Di daxuyaniya Misyona Piştgiriya Biryardariyê ya NATOyê ya li Efxanistanê da hat diyarkirin ku do li Kesebeya herêma Kabulê êrîşî "Camp Integrity"yê kirin, di êrîşê da wezîfedarekî NATOyê û 2 êrîşvan hatin kuştin.
Di daxuyaniyê da der barê nasnameya wezîfedarê NATOyê da agahî nehat dayîn.
Rayedarên efxan berê jî diyar kiribûn ku bi wesayîta bombebarkirî êrîşî "Camp Integrity"ya ku li nêzîkî navenda tokêşîna dijî hişbirê ye kirin.
Rayedaran destnîşan kiribûn ku piştî êrîşê milîtanan hewl dabûn ku têkevin navenda têkoşîna dijî hişbirê, li ser vê di navbera wan û hêzên efxan da pevçûn derketin.
Li Kabula paytextê Efxanistanê di rojekê da 3 êrîş hatin kirin, di encama êrîşan da 38 kes mirin û bi sedan kes jî birîndar ketin.