Rojava News: Hêzên Ewlekariya Tunisê 12 kes dema hewl didan derbasî Lîbiyayê bibin û beşdarî nava komên di bin navê Îslamê de tevdigerin bibin, girtin.
Li gorî Wezareta Karên Hundir a Tunisê ragihand ku hêzên ewlekariyê li herêma El-Şehbaniyê ya girêdayî bajarê Binqirdan ya li nêzî sînorê di navbera Tunis û Lîbiyayê de, 12 kes di nava wan de jinek jî hebû, dema hewil didan ji Tunisê derbasî Lîbiyayê bibin û beşdarî nava komên îslamî yên radîkal bibin, girtin.
Kesên hatine girtin li xwe mukur hatin û diyar kirin ku wan hewl dida beşdarî komeke îslamî yên radîkal li Lîbiyayê bibin.