Print this page

Amerîka 6 balafirên şer û 300 leşkerên xwe şand Tirkiyê

Rojava News: Amerîka 6 balafirên şer û 300 leşker û pisporên xwe yên leşkerî şand bingeha leşkerî ya Încîrlîkê ya Tirkiyê.

 

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Tirkiyê, duh 6 balafirên F-16 û 300 leşker û pisporên leşkerî yên amerîkî gihîştin bingeha Încîrlîkê.

 

Li gorî nûçeyê, ew balafir û personelên leşkerî di çarçoveya rêkeftina Washington û Enqerê ya şerê li djiî DAIŞê de hatine şandin.

 

Tê zanîn, Tirkiyê beriya niha razî bibû ku Amerîka di şerê DAIŞê de bingeha Încîrlîkê û hinek bingehên wê yên din di şerê DAIŞê de bikar bîne.

 

Hefteya borî balafirên bê pilot ên amerîkî cara yekemîn ji Încîrlîkê rabibûn û çeperên DAIŞê yên li Sûriyê dabûn ber bombeyan.