Print this page

Almanya rê liber penaberan digire

Rojava News: Wezareta Navxwe ya Almanya vîdeoyek belav kir, têde diyar dibe, polîs kesên ji welatên Balkan bi qaçaxî derbasî Almanya dibin, wan digire û careke din vedigerîne.

Rayedarên Wezareta Almanya di vîdeoyê de ji koçberan dixwaze baweriya xwe bi qaçaxciyan neynin û dibêje ewê li Almanya rastî yasayên tund werin.

Di vîdeo de ku ajansa almanî DPA belav kiriye, qaçaxcî jî têne tehdîdkirin û tê gotin ku dê ew qaçaxcî bi deh hezaran euroya werin cezakirin û ewê heta heta nikaribin derbasî Almanya bibin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Almanyayê Tobias Plate di vîdeoyê de diaxife û ji xelkê re dibêje, mala xwe û malbatên xwe xerab nekin, li welatên xwe bimînin û aboriya welatê xwe xurt bikin.

Tê çaverêkirin ku îsal hejmara penaberên ku gihiştine Almanya bibe 5 hezar, niha êdî li Almanya cih nemaye ku penaber têde bi cih bibin, li hinek bajarên weke Dresden, penaber bi çadiran dimînin, ev jî cara yekemîne ku tiştekî wiha li wî welatî çêdibe.